Nêçîrvan Barzanî bi sandeke bilind a Amerîkî re mijarên rojevê gotûbêj kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 27ê Nîsanê pêşwazî li Cîgira Alîkarê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê ya bo Karûbarên Rojhilata Navîn Dana Stroul û şanda ligel wê kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di civînê de Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Mathew Tuller, Cîgirê Rêveberê Karûbarên Siyasî û Serbazî di hêzên hevbeş ên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn û çend berpirsên siyasî û serbazî beşdarî kirin.
Cîgira Alîkarê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Dana Stroul, “Tekezî li ser nêrîn û siyaseta Amerîkayê kir ku pabend e bi berdewamiya piştgirya siyasî û serbazî bo Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşxistina karê hevbeş û hevkariya di navbera wan de. Herwiha pêzanînên xwe û welatê xwe bo rol û qurbaniyên Pêşmerge di şerê dijî DAIŞê de dike.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, spasî û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo piştgirî û hevkariyên Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê yên ji bo Iraqê û Herêma Kurdistanê di têkoşîna dijî terorê de anî ziman.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, “Herdu alî hemfikir bûn li ser giringî û pêwîstiya avêtina gavên alî û pêşhateyên Iraqî ji bo rewşa siyasî ya welat ji girtîbûnê derkeve û hikûmetek bê avakirin ku bersiva bendewariyên xelkê bide û bikare rûbirûyê astengiyan bibe. Her di vê derbarê de tekezî li ser giringiya tifaq û yekrêziya aliyên Kurdistanî û berdewamiya gotûbêjan ji bo çareserkirina pirsagirêkên Hewlêr-Bexdayê hat kirin.”
Herwiha di civînê de, tevger û êrîşên DAIŞê li navçeyên cuda cuda yên Iraqê û Sûriyê, wek gefeke ciddî û metirdar hatin nirxandin û her du alîyan tekezî li ser giringiya hevkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de kir daku bikarin bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî, rûbirûyî wê metirsiyê bibin û DAIŞ bi carekê bê jinavbirin ku li ser seqamgîriya Iraq û navçeyê gef e.
Di hevdîtinê de, reform û rêkxistina Pêşmerge, rewşa Herêma Kurdistanê, rewşa Şingalê û normalkirina rewşa wê, pêşhatên navçeyê bi giştî û çend mijarên din ku ji bo herdu aliyan re girîng bûn jî hatin axaftin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin