Nêçîrvan Barzanî û sandeke bilind a leskerî ya Brîtanyayê li Hewlêrê civiyan

15 January 2020 13:53 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî û sandeke bilind a leskerî ya Brîtanyayê li Hewlêrê civiyan

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeke bilind a leşkerî ya Brîtanyayê civiyan û li ser metrisiyên serîhildana DAIŞê û rêgirtina hevpar guftûgo hatin kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê bi şandeke bilind a serbazî ya Brîtanî bi serokatiya Mezin Şêwirmendê Serbazî yê Brîtanyayê bo Rojhilata Navîn û Nûnerê Serokwezîrê Brîtanyayê General John Lorimer re û bi amadebûna Balyozê Brîtanya li Iraqê, Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê, Konsolê Brîtanya li Hewlêrê û hejmarek ji fermandarên Brîtanyayê civiya û rewşa ewlehî, pêşhat û aloziyên Iraqê yên vê dwiyê hatin guftûgokirin.

Nirxandina tevgerên DAIŞê yên vê dawiyê, bi taybet li navçeyên madeya 140, girîngî û hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê ji bo rûbirûbûna wê û rola Hevpeymaniya Navdewletî di wê derbarê de, kêmkirina aloziyan, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi Brîtanyayê re, mijareke din civîna bû, ku tê de tekezî li berdewamiya hevkariya Brîtanya ji Iraq û Herêma Kurdistanê re hat kirin.