Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro dicive

21 April 2021 11:50 0 dîtin
Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro dicive

PeyamaKurd – Derbarê çend pirsên girîng de, Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dicive.

Fermangeha Medyayî û Zanyarî diyar kir, girîngtirîn tewerên ku di civînê de werin behskirin, pêşhatên dawiyê yên di warê ewlehiyê li Herêma Kurdistanê, êrîşa vê dawiyê ya li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û rewşa lêkolînê û helwesta navdewletî ya di vê derbarê de ye.

Herwiha hat eşkerekirin, di civînê de li ser hêlên giştî yên reşnivîsa yekem a projeya budçeya Herêma Kurdistanê ji bo sala 2021ê di warê dahat, xercî, qerz û pabendên darayî de jî gotûbêj were kirin.