Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro civîna xwe ya heftane li dar dixe
PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civîna xwe ya heftane bi serokatiya Mesrûr Barzanî îro li dar dixe û pêngavên destûrê û yasayî yên Hikûmeta Herêmê ji bo rûbirûbûna fişarên ne rewa yên Wezareta Petrolê ya Iraqê gotûbêj dike.
Li gor Fermangeha Medya û Zanyariyan diyar kir, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 6ê Hezîrana 2022an bi serokatiya Mesrûr Barzanî dicive û mijarên li jêr di civînê de dike:
- Raportek derbarê pêşveçûn û astengiyên li pêş girtina cihên firotana çekan û destdanîna ser çekên bêmolet.
- Raporta darayî ya Herêmê ya şeş mehên yekem ên sala 2022an ji bo pêşkêşkirina dahat û xerciyan.
- Pêngavên destûrê û yasayî yên Hikûmeta Herêmê ji bo rûbirûbûna fişarên ne rewa yên Wezareta Petrolê ya Iraqê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin