Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civîna xwe ya heftane li dar dixe

13 April 2022 12:57 0 dîtin
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civîna xwe ya heftane li dar dixe

PeyamaKurd Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro Çarşemê civîna xwe ya heftane, bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li dar dixe.

Li gor zanyariyan, di beşa yekem a civînê de, wê kurteya serdana şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê û hevdîtina wê li gel Wezîrê Petrola Iraqa federal were pêşkêşkirin.

Di beşa duyemîn a civînê de, wê gotûbêj li ser nirxandina mekanîzmeya kar a di nava Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, bi arasteya başkirina berpirsyartiyê, baştir birêvebirina karan û cibicîkirina biryarên Encûmena Wezîran ve were kirin.

Herwiha di beşa sêyemîn a civînê de, reşnivîsa (Peyrewa Navxwe ya Bazirganî û Tomarnameya Barzganiyê li Herêma Kurdistanê) û reşnivîsa projeya yasaya nû ya Wezareta Şaredarî û Geştûguzar li Herêma Kurdistanê tê pêşkêşkirin, ji bo dengdan li ser were kirin.

Di beşa dawiyê de jî, pêşniyarên Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê tên pêşkêşkirin, bi taybet rakirina baca gumrikê li ser ajelên hawerdekirî di meha Remezanê ya pîroz de, ji ber sedema bilindbûna nirxê goştê sor li bazarên Herêmê.