Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civîna xwe ya heftane îro li dar dixe

06 April 2022 13:31 0 dîtin
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civîna xwe ya heftane îro li dar dixe

PeyamaKurd  Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, civîna xwe ya heftane îro li dar dixe.

Fermangeha Medya û Zanyariyan da zanîn, di civînê de çend pirsên girîng tên gotûbêjkirin. Herwiha kurteyek derbarê encamên beşdariya şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê di her du korbendên cîhanî yên enerjiyê li Îmarata Erebî û civînên li perawîza wan korbendan hatine kirin de tê pêşkêşkirin.

Li gor zanyariyan di beşeke din a civînê de, pêşkêşkirina reşnivîsên civînên wezaret û aliyên pêwendîdar ên taybet ji bo rûbirûbûna ziyanên aborî yên çaverênekirî yên şerê Rûsya û Ukraynayê wê pêk were.

Herwiha di civînê de guftûgo li ser reşnivîsa (perojeyasaya piştevaniya awarte ya ewlehiyê xwarekê û geşepêdanê) ya ji aliyê Encûmena Wezîran ve arasteyî Encûmena Nûneran a Iraqê bûye tê kirin. Di heman demê de jî, guftûgo li ser babeta reşnivîsa pojeyasaya budceya Iraqa Federal ji bo sala darayî 2022 tê kirin.

Di beşa dawî ya civînê de jî, encamên biryara Encûmena Wezîran a derbarê çaksaziya di mûçem dermale, bexşîn û xaneşînê li Herêma Kurdistanê tên pêşkêşkirin.