Encûmena Wezîran civiya: Herêma Kurdistanê hemû erk bicih kirine

20 December 2023 20:13 0 dîtin
Encûmena Wezîran civiya: Herêma Kurdistanê hemû erk bicih kirine

PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 2yê Kanûnê bi seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û beşdariya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civîn xwe ya asayî li dar xist.

Hikûmeta Kurdistanê naveroka civînê belav kir û ragihand, di xala yekem de, pêşhatên dawî yên herdu dosyeyên guhertinên yasaya budceya giştî ya federal û petrol û gazê ji aliyê wezîrên pêwendîdar ve hatin pêşkêşkirin. Hate diyarkirin, hewlên wan berdewam in ji bo amadekirina projeyasaya sererastkirina yasaya bûdceya federalî ku ji bo pesendkirinê ji Encûmena Nûneran re bê şandin, da ku mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bê dayîn, berî her tiştî jî mafê mûçeyên karmendan.

Hate destnîşankirin ku Herêma Kurdistanê erkên xwe bicih kirine û her du dîwanên çavdêriya darayî jî erkên xwe yên pişkinîn û pêdaçûnê bi dawî kirine û Herêma Kurdistanê jî di vî warî de hemû hêsankariyên xwe pêşkêş kirine.

Encûmena Wezîran tekez kir ku mûçeyên karmendên Herêmê, mafên darayî yên karmendan e û em li bendê ne ku hikûmeta federal di sala nû ya 2024an de vê pirsgirêkê bi awayekî bingehîn çareser bike û mafên darayî yên karmendan tevlî nakokiyên siyasî û erkên din neke û karmendên Herêmê wek navçeyên din ên Iraqê mûçeyên xwe di dema xwe de werbigirin ku niha mixabin ji ber neşadina pişka budceya Herêmê, mûçeyên sê mehên yekem ên îsal nehatine dayîn, ku bargiraniyeke darayî û aborî ji bo mûçxwar û welatiyên Herêmê çêkiriye ku berpirsiyariya hikûmeta federal e ku mûçeyan ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bişîne.

Di xala duyem a civînê de, made û bendên reşnivîsa yekem (Rênimayên Karkirina Karkerên Biyanî li Herêma Kurdistanê) ji aliyê Wezîrê Plandanînê Dara Reşîd ve hatin pêşkêşkirin û amaje bi wê kir ku armanca wan rênimayan rêkxistina moleta kar, vîze û destûra rûniştinê, nehiştina hatina karkerên biyanî bi rêyên neyasayî û peydakirina derfetên kar ji bo xortên Herêma Kurdistanê ye, bi awayekî ku xwediyên kompanyayan zêdetir berê xwe bidin karkerên xwecihî. Di heman demê de divê ewlekariya kar û mana karkerên biyanî li herêmê dabîn bike, da ku ji ezmûn û şarezayiya karkerên biyanî yên ku di warên curbicur de pispor in, sûd werbigirin.

Di dawiya civînê de jî Wezîrê Karûbarên Şehîdan û Qurbaniyên Enfalê Ebdullah Hacî Mehmûd hejmarek pêşniyar pêşkêşî Encûmena Wezîran kir ku taybet bû bi girtiyên siyasî li gorî mafên wan ên yasayî, ji bo garantîkirina mafên wan kesan ku şayeste ne û herwiha rêgirtin li sûdwergirtina nerewa ji mûçe û îmtiyazên girtiyên siyasî, li gor bendên rêziknameya jimare (4) a sala 2020an ya taybet bi hêsankirina cîbicîkirina yasaya çaksaziyê.

Herwiha Encûmena Wezîran ew pêşniyar pesend kirin û wezaret raspardin ku li ser hewlên xwe yên li gel nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê berdewam bin, ji bo ku hikûmeta federal pabend bibe bi dabînkirina mûçe û îmtiyazên girtiyên siyasî ji aliyê hikûmeta federal ve li gor madeya 132 ya destûra Iraqê.