Encumena wezîran ya Herêma Kurdistanê civiya
PeyamaKurd – Encumena wezîran ya Herêma Kurdistanê di bin serpereştiya serokwezîrê Herêma Kurdistnê Mesrûr Barzanî de civiya. Di civînê de li ser muzakereyên bi hukumeta Bexdayê re axifîn.
Barzanî, di civînê de ragihand ku wê Herêma Kurdistanê ji mafên xwe yên destûrî tawîzan nede û sipasiya heyeta ku çûbû Bexdayê kir.
Di encumena wezîran de hat ragihandin ku heyeta Kurdistanê ya muzakereyan bi wezareta darayî ya Iraqê û muzakereyên bi parlementoya Iraqê re, bi grûbên Kurdistanê û grûbên siyasî yên din re dewam dike.
Pirsgirêka elektrîkê ya Herêma Kurdistanê mijareka dinê bû ku di emcumena wezîran de li serê axifîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin