Serokê Encumena Wezîran: Divê Bexda budçeya Herêma Kurdistanê bisîne
PeyamaKurd – Serokê Encumena Wezîran Omîd Sebah ragihand, Herêma Kurdistanê hemû sozên xwe yên li hember hikûmeta federal a Iraqê cih aniye û got, divê Bexda budçeya Herêma Kurdistanê bişîne.
Serokê Encumena Wezîran Omîd Sebah ku li Bexdayê civîneke çapemeniyê li dar xist, li ser projeyasaya budçeyê û pêşhatên petrolê axivî.
Sabah got: “Herêma Kurdistanê nîşan daye ku ew amade ye her sozek ku daye cîbicî bike.
Sebah bi bîr xist ku Herêma Kurdistanê bi wan mijarên ku di qanûna budçeyê de hatine diyarkirin ve girêdayî ye û got, "Herêma Kurdistanê ji 25ê Hezîranê ve rojane 50 heta 60 hezar bermîl petrol radestî hikûmeta federal kiriye û ev rêje jî ji aliyê hikûmeta federal ve hatiye diyarkirin."
Sebah amaje bi wê yekê jî kir, ku ti sedem nîne budçe ji Herêma Kurdistanê re neyê şandin, Sebah tekez kir Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo şefafiya xwe îsbat bike, daxwaza pêdaçûnê kiriye.
Serokê Encumena Wezîran diyar kir, ji roja 26ê Hezîrana îsal ve divê hemû mafên Herêma Kurdistanê bi hev re bên dayîn û got, "Bi gotineke din, ne tenê mûçe, lê mûçeyên ku budçeya 6 mehên dawî ji bo wan hatiye hesabkirin, di nava mehekê de ji Herêma Kurdistanê re bê şandin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin