Parêzgarê nû yê Bexdayê û serokê encumena parêzgehê hatin destnîsankirin

06 February 2024 12:56 0 dîtin
Parêzgarê nû yê Bexdayê û serokê encumena parêzgehê hatin destnîsankirin

PeyamaKurd – Ebdulmuttelib El Elawî weke parêzgarê Bexdayê, Ammar El-Qeysî weke Serokê Meclîsa Parêzgehê û Mihemed Casim Hemûd jî weke Cîgirê Serok hatin hilbijartin.

Di rûniştina do (05.02.2024) di saet 08:00an de, li gorî dema herêmê li Meclisa Parêzgeha Bexdayê, Ebdulmuttalib El Elawî bi 52 dengan wek parêzgar hat hilbijartin.

Di dema ku endamê Koalîsyona Ezîm (Sunnî) Ammar El-Qeysî bi 39 dengan weke Serokê Meclîsa Parêzgeha Bexdayê hate hilbijartin, Mihemed Casim Hemûd jî weke Cîgirê Serok hate hilbijartin.

Di 18ê Kanûna 2023an de hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê li seranserê welat û navçeyên Kurdistanê jî di nav de hatin lidarxistin.

Hilbijartinê serê sibê saet di 8.00an de destpê kir, danê êvarê saet 18.00an bi dawî bû. Hilbijartinên navborî piştî sala 2005an yekem hilbijartinên encumenên parêzgehan bûn li Kerkûkê.

Hat diyarkirin ku di hilbijartinên taybet û giştî yên encûmena parêzgehê ya 19ê Kanûna 2023an de rêjeya beşdariyê 41% bû, rêjeya beşdariyê herî zêde li Kerkûkê bi 66% û herî kêm jî li Bexda/Resafa bi rêjeya 21% bû.