Serokê Îranê li Bexdayê ye: Ez ê serdana Hewlêr û Silêmaniyê bikim

11 September 2024 11:32 0 dîtin
Serokê Îranê li Bexdayê ye: Ez ê serdana Hewlêr û Silêmaniyê bikim

PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkyan piştî ku hat hilbijartin, yekem serdana xwe ya fermî ya li derveyî welat bo Iraqê kir. Mesûd Pezeşkyan îro danê sibê gihîşt Bexdayê.

Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkyan îro danê sibê ji bo serdaneke fermî gihîşt Bexdayê.

Balafira ku Serokomarê Îranê tê de bû saet 08:00ê gihîşt Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê.

Mesûd Pezeşkiyan li balafirxaneyê ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî û hejmarek ji berpirsan ve hat pêşwazîkirin.

Piştî hevdîtinên xwe yên li Bexdayê, biryar e Serokomarê Îranê serdana Herêma Kurdistanê jî bike û bi rayedarên hikûmetê re bicive.

Mesûd Pezeşkiyan beriya ku ber bi Iraqê ve biçe li Balafirxaneya Mêhrabad a Tehranê ji rojnamevanan re got: "Ji bilî bajarên Şîe û Besrayê, em ê serdana bajarên Kurdistanî yên Hewlêr û Silêmaniyê jî bikin û bi alîkariya xwedê em ê li wir pêşwazî li hezkiriyên xwe bikin."

Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkyan got, "Ez difikirim ku ev serdan wê di warê aborî, çandî, siyasî û ewlehiyê de jîngeheke pir baş be. Hêvîdar im ku ji Iraqê destpê bike, bi welatên Îslamî re têkiliyên baş û dostane hebin û em ê piraniya pirsgirêkên ku dikarin derkevin holê derbas bikin."