Serokê Komkara Erebî pistî Bexdayê serdana Hewlêrê kir

11 April 2021 09:29 0 dîtin
Serokê Komkara Erebî pistî Bexdayê serdana Hewlêrê kir

 PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt piştî serdana xwe ya Bexdayê gihîşt paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê.

Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê şevê din ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed û Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizayî ve hat pêşwazîkirin û çend berpirsên din jî beşdarî di vê pêşwazîyê de kirin.

Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî ku doh li Bexdayê ligel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiyabû, çar li rê ye îro di vê serdana xwe bo Hewlêrê de li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bicive.