Suriye, pistî 12 salan car din ket nav Komkara Erebî

07 May 2023 18:00 0 dîtin
Suriye, pistî 12 salan car din ket nav Komkara Erebî

PeyamaKurd- Di agahiyên ku ji aliyê çapemeniya Iraqê ve hatin ragihandin de hat eşkerekirin ku di civîna wezîrên karên derve yên endamên Komkara Erebî de hat lihevkirin ku Suriye car din vegere nav komkarê.

Di agahiyên hatin dayîn de hat destnîşankirin ku wezîrên derve yên welatên endamên Komkara Erebî ku îro li ser vegerandina endamtiya Suriyeyê ku ev zêdetirî 12 salan e hatiye rawestandin, li hev kirine.

Her wiha hat eşkerekirin ku di civîna li baregeha Komkara Erebî ya li Qahîre ya paytexta Misirê hat lidarxistin de biryara Lûtkeya Komkara Erebî ku dê di 19ê Gulanê de li Erebîstana Siûdî bê lidarxistin jî hatiye dayîn.

Di sala 2011an de ji ber şerê navxweyî, endamtiya Suriyeyê ya Komkara Erebî, hatibû rawestandin.