Suriye: Leza me, ji bo vegera Komkara Erebî tuneye
PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê Feysel Mîkdad diyar kir ku Şam ji bo vegera Komkara Ereban tu lez û bez nake û da zanîn ku Şam dixwaze têkiliyên xwe yên dualî ji nû ve saz bike.
Feysel Mîkdad, li Cezayîrê di qenala El Cezîre de axivî û bal kişand ser wê yekê ku Şam ji bo vegerê ya ji bo Komkara Erebî “lez nake” û got ku ew girîngiyê didin çaksaziya pêwendiyên dualî û ev daxuyanî dan:
"Ya girîng, bipêşxistina têkiliyên dualî ye, ji ber ku çalakiyên hevpar ên Ereban wê ji vê sûdê werbigirin. Niha em fêm dikin ku piraniya welatên Ereb, dixwazin vegerin çalakiyên hevpar.
Serdanên vê dawiyê yên hejmarek berpirsên ereb ji bo Suriyeyê û serdanên berpirsên Suriyeyê ji bo hin welatên erebî, di çarçoveya vegerandin û asayîkirina peywendiyên di navbera welatên erebî de ye. Niha rûpeleke nû di têkiliyên Ereb û Ereban de vebûye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin