Riyad Derar: Em pêswazîyê li vegera Sûriyê ya Komkara Erebî dikin

09 May 2023 19:00 0 dîtin
Riyad Derar: Em pêswazîyê li vegera Sûriyê ya Komkara Erebî dikin

PeyamaKurd - Hevserokê Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ya girêdayî Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê Riyad Derar, vegerandina rejîma Sûriyê bo Komkara Erebî wekî pêngaveke erênî nirxand.

Riyad Derar li ser biryara vegera Sûriyê li Komkara Erebî got: "Em vegera Şamê ya li Komkara Dewletên Ereban û beşdarbûna wê di saziyên komkarê de wek faktoreke erênî dibînin. Ev pêşketin di çaçroveya rola erebî de tê. Em bi hêvî ne ku di vê çarçoveyê de çareseriyeke siyasî pêk were ku hêviyên gelê Sûriyeyê bi cih bîne, yekitî û serxwebûna Sûriyeyê biparêze.”

Derar herwiha diyar kir: “Em pêşwaziya tevgerên erebî dikin ku armanc bike êşa sûriyeyan bi dawî bike û dawî li aloziyê bîne. Di encamê de vegera Sûriyeyê ya li komkarê bibe faktorek ku zextê li rejîmê bike da ku bi tena serê xwe ji bo çareseriyê tev negere û bi tenê di rêvebirina saziyên dewletên de nemîne."