Erdogan û Vonder Leyen rewsa Sûriyê û plana vegera penaberan gotûbêj kirin

10 December 2024 19:09 0 dîtin
Erdogan û Vonder Leyen rewsa Sûriyê û plana vegera penaberan gotûbêj kirin

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen, bi rêya telefonê axivîn.

Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê derbarê pêwendiya Erdogan û Vonder Leyen de daxuyanî da û eşkere kir, di hevdîtinê de geşedanên dawî yên li Sûriyê hatine gotûbêjkirin.

Erdogan ji Leyen re daye xuyakirin ku ew dê wek Tirkiye piştevaniya xwe xurt bo parastina yekparçebûn, paqikirina terorê û ji bo jiyana aştiyane ya hemû pêkhateyên Sûriyê berdewam bikin.

Herwiha li gorî daxuyaniyê Erdogan gotiye, vegera Sûriyeyîyan a di bi awayekî, rûmet, ewle û dilxwazî tê plankirin û dê avadankirina ji nû ve ya Sûriyê vegerê bilez bike.