Erdogan û Al Nehyan li ser rewsa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê axivîn

30 December 2024 18:51 0 dîtin
Erdogan û Al Nehyan li ser rewsa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê axivîn

PeyamaKurd - Serokomarê Trkiyê Receb Tayyip Erdogan û Şahê Îmarata Erebî Mihemed Bin Zayid Al Nehyan pêwendiyeke telefonî pêk anîn û geşedanên li Sûriyê gotûbêj kirin.

Hate ragihandin ku Erdogan di wê pêwendiyê de gotiye, ew qebûl nakin PKK ango PYD/YPG/HSD weke nûnerê Kurdan li Sûriyê bê binavkirin.

Erdogan daye xuyakirin, divê yekîtiya Sûriyê di çarçoveya avakirina dewleteke ku hemû pêkhate tê de bi aştî dijîn, bê misogerkirin.

Li gorî ragihandina Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê Erdogan teqez kiriye, "Tirkiyê qebûl nake PKK û YPG weke nûnerên Kurdan li herêmê bên binavkirin".

Herwiha Erdogan ji Nehyan re gotiye, divê rê li ber rêxistina DAIŞ a terorîst bê girtin da ku li herêmê aloziyê dernexe û dernekeve holê. Erdogan daye zanîn, divê rê neyê dayîn ku Îsraîl ji rewşa Sûriyê sûde bistîne û qonaxa nû têk bide.