13. salvegera serê Sûriyê: “Wê sores heta dawîhatina rejîma Esed bidome’

19 March 2024 19:18 0 dîtin
13. salvegera serê Sûriyê: “Wê sores heta dawîhatina rejîma Esed bidome’

PeyamaKurd – Di 13mîn salvegera destpêkirina şer û krîza Sûriyê ya 2011an de, li gelek deverên Sûriyê li dijî rejîma Esed xwepêşandan hatin lidarxistin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihandiye, bi boneya salvegera 13an a aloziya Sûriyeyê, doh bi şev li bajarê Quneytra yê li başûrê Sûriyeyê xwepêşandanek hate lidarxistin.

Di xwepêşandanan de pankartên "Em azadxwazên Quneytra û Colanê bazaran nakin û teslîm nabin", "Her dilopek xwîn wê hezar şoreşgeran biafirîne" û " Şoreş wê bidome heta dawî li rejîma sûcdar a Esed were" hatin vekirin.

Dîsa li bajarokên Dail, Tefes, Til Şihab, Sehem El Colan, Kerek El Şerqî û Um El Meyazin ên girêdayî bajarê Derayê jî xwepêşandan hatin kirin û banga hilweşandina rejîma Esed û serbestberdana girtiyên siyasî hate kirin.

Di xwepêşandanên salvegera 13mîn de, ji bo veguhestina siyasî dawaza hilbijartinên durist ên bi çavdêriya NY hate kirin.

Herwiha li Siwêdayê ku 6 meh in xwepêşandanên bangewaziya hilweşandina rejîma Esed têne kirin berdewam. Doh jî li qada Kerama û li ber avahiya Radio xwepêşandan hatin lidarxistin û daxwaza çareseriya li ser bingeha biryara 2254an a Neteweyên Yekbûyî û serbestberdana girtiyan hate dubarekirin.