Neset Zaza: Ji destpêka soresa Sûriyê heta niha girtinên wiha berdewam in

29 December 2022 10:38 0 dîtin
Neset Zaza: Ji destpêka soresa Sûriyê heta niha girtinên wiha berdewam in

PeyamaKurd Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê -Sûriye (PDK-S) Neşet Zaza li ser revandina endamên PDK-Sê axivî û diyar kir: “Ji destpêka şoreşa Sûriyê heta niha girtinên wiha berdewam in.”

Li gor zanyariyan, li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, du endamên PDK-Sê yên bi navên Bilind Mela Ismaîl û Hisên Silêman ji aliyê hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve hatin revandin.

Di derbarê mijarê de Neşet Zaza ji K24ê re da zanîn: “Ji destpêka şoreşa Sûriyê heta niha girtinên wiha berdewam in, herwiha girtin, kuştin, windakirin ji hêla PKKê û asayîşa ser bi wê ve, an jî ev rêveberiya bi ser PKKê ve li Kurdistana Sûriyê berdewam e.”

Herwiha li ser hebûna belgeyên derbarê van gotinan de Neşet Zaza eşkere kir: “Ne tenê belgê me hene, em bi xwe weke şexs jî, endamê serkirdetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye, min pênc hevy di zindanên wan de derbas kiriye, sê caran ji hêla wan ve hatime girtin.”

Herî dawî Neşet Zaza bal kişand ser dema danûstandinên siyasî yên aliyên Kurdî û got, di wê demê de hinek rehetî li herêmê çêbû û got: “Lê PKK diyar e naxwaze ev rehetiya siyasî di hindurê Kurdistana Sûriyê de çêbibe.”