Amerîka: Me navendên leskerî yên Pasdarên Soresa Îranê li Sûriyê kirin armanc

28 October 2023 13:06 0 dîtin
Amerîka: Me navendên leskerî yên Pasdarên Soresa Îranê li Sûriyê kirin armanc

PeyamaKurd – Amerîkayê ragihand, bi talîmata Joe Biden du navendên leşkerî yên Pasdarên Şoreşa Îranê li Sûriyeyê hatine xistin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden di daxuyaniya xwe ya îro de derbarê êrîşên li dijî komên çekdar ên ser bi Îranê yên li Sûriyê de got, "Washington amade ye tedbîrên zêdetir li hember gefan bigire."

Di nameya ku Biden ji Serokê Meclisa Nûneran a Amerîkayê Mike Johnson re şandiye de wiha got: "Komên çekdar ên girêdayî Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê ji 17ê Cotmeha sala 2023an vir ve li Iraq û Sûriyeyê zincîre êrîş li dijî Amerîkayê pêk anîn."

Biden diyar kir, di encama van êrîşan de gelek leşkerên Amerîkî birîndar bûne.

Berdevkê Encumena Asayişa Netewî ya Qesra Spî John Kirby jî ragihand, Amerîka du navendên leşkerî yên pasdarên Îranê li Sûriyê kirine armanc.

Kirby diyar kir, armanca êrîşan kêmkirina hebûna komên nêzî Îranê ye û got, "Amerîka wê li hemberî êrîşan xwe biparêze."

Di daxuyaniya xwe ya 26ê Cotmehê de Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihandibû ku wî ferman daye Îranê ku baregehên xwe yên li Sûriyê bike armanc û Amerîka jî xwe ji bo êrîşên zêdetir amade dike.

Di raporeke Wezareta Berevaniya Amerîkayê de hatiye gotin ku Biden fermana êrîşa ser baregehên Pasdarên Şoreşê li Sûriyê daye ku di operasyonên leşkerî yên cuda de li dijî hêzên Amerîkayê hatibûn bikaranîn.