Hevserokê MSDê: Tirkiye, Sam û DAIS dixwazin nirxê soresa Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin
PeyamaKurd – Hevserokê Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar da zanîn, dewleta Tirk, Hikûmeta Şamê û şaneyên DAIŞê dixwazin nirxê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin. Divê gel li hember kesên gendeliyê dikin, tevliheviyan çêdikin û kesên sîxuriyê dikin, hişyar bin.
Rojen dawî, hin kesên girêdayî Hikûmeta Şamê, dewleta Tirkiyê û DAIŞê, dixwazin bi hinceta Erkaxweparastinê aramiya Minbicê xera bikin. Têkildarî mijarê, Hevserokê MSDê Riyad Derar, ji ajansa Hawarê re axivî û bal kişand ser girîngiya Erka Xweparastinê û got:
“Erka xweparastina ji bo parastina herêmê pêwîst e û bandorê li jiyana ciwanan nake.
Berovajî herêmên din ên Sûriyê, şervanên Erka Xweparastinê bi rûmet dijîn, divê komîteyek were avakirina da ku ciwanan îqna bikin ji bo ku Erka Xweparastinê bi cih bînin.”
Riyad Derar herwiha ji bo hewildanên tevliheviyê jî balkişand li ser hewildanên Tirkiyê û destnîşan kir, dewleta Tirk ji sala 2018an ve dixwaze Minbicê dagir bike û çi nakokiyên li herêmê rû didin, yekemîn yê ku sûd jê digre dewleta Tirk e, da ku nakokiyan gûr dike.
Derar eşkere kir: “Dewleta Tirk dixwazê nirxê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku em tê de dijîn têk bibe. Ji lew re divê gelê me ji gendelî, kesên tevliheviyan çêdikin û kesên ajantiyê pêk tînin hişyar bin. ”
Hevserokê MSDê Riyad Derar herî dawî, ji bo ku bandorê li aramiya herêmê neyê, pêşniyara şopandina şaneyên veşartî yên girêdayî hikumeta Şamê dewleta Tirk û şaneyên DAIŞê kir, da ku nikaribin tevliheviyê derxînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin