Ji MSDê daxuyaniya salvegera serê Sûriyê: Berpirsê yekem ê kustin û wêrankirinê Sam e!

15 March 2022 18:36 0 dîtin
Ji MSDê daxuyaniya salvegera serê Sûriyê: Berpirsê yekem ê kustin û wêrankirinê Sam e!

PeyamaKurd - Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ku wek baskê siyasî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Rojavayê Kurdistanê tê zanîn, li ser salvegera 11emîn a destpêkirina şerê Sûriyê daxuyaniyek belav kir.

MSDê di daxuyaniya xwe de daxwaza amadekirina nexşerêyekê ji aliyê opozîsyon û deshilata rejîma Sûriyê kir û got: “Ji bilî pêkanîna veguhestina siyasî ya ber bi dewleta demokratîk ya nenavendî ve, ti çareserî li Sûriyê tune ne.”

MSDê da xuyakirin, “Çirûska şerê li Dera dest pê kir, bi lez li tevahî bajar û bajarokên Sûriyê belav bû. Beriya vî şerî bi salên dirêj têkoşîna li dijî zordariyê hebûn. Tê de welatiyên Sûriyê ji ber siyasetên dermirovî yên rejîmê gelek azar kişandin.”

MSD herwiha destnîşan kir: “Berpirsê yekemîn ê kuştin, wêrankirin û koçberkirinê, desthilata Şamê ye. Wê hemû însiyatîfên diyaloga hundirîn a bi armanca çareserkirinê red kirin û krîz mezintir kir.”