Ji MSDê daxuyaniya salvegera rizgarkirina Kobanîyê û banga derxistina Tirkiyê
PeyamaKurd - Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ku wekî baskê siyasî yê HSDê tê naskirin, bi boneya salvgera 5emîn a rizgarkirina bajarê Kobaniyê (26 Çile 2015) ji destê terora DAIŞê daxuyaniyek belav kir.
Bajarê Kobaniyê bi alîkariya êrîşên esmanî yên hevpeymaniya navdewletî û piştgiriya hêzên Pêşmerge ve ji aliyê keç û xortên YPG/YPJê 26ê Çileya 2015an, piştî berxwedaneke bêmînak a 134 rojan ji destê DAIŞ a terorîst hatibû rizgarkirin.
MSDê di daxuyaniya xwe de bang li civaka navdewletî û bi taybet hêzên Hevpeymana Navdewletî yên bi serkêşiya Amerîkayê û hêzên Rûsyayê yên li Sûriyê kir ku gef û êrîşên Tirkiyê yên ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin rawestandin û Tirkiyê ji tevahîya xaka Sûriyê ku hatiye dagirkirin derxin.
Daxuyanî MSDê ya bi boneya salvegera wiha ye:
"Îro 5 sal di ser salvgera berxwedana Kobanê û têkçûna rêxistina DAIŞ`ê ku destek ji dewleta Tirk digire, derbas bibe. Çeteyên DAIŞ`ê di şerê li Baxozê de jî têk çûn. Hewldanên ji bo derxistina Sûriyê ji aloziyê ku ev 9 sal e û rizgarkirina gelê me ku gelek êş, zehmetî kişandin û koçber bû, didome. Heta niha parçeyên ji welatê me di bin dagirkeriyê de ne.
Kobanê bû xaleke girîng di dîroka rizgarkirin û têkbirina terorîstan de ku xwîna tevahî gelê me û şervanên YPJ/YPG û ciwanên Sûriyê ji bo rizgarkirina Sûriyê bû tevlihev bû û bi hev re li beramberî terorîstên ku zilm li wan dikir û rûbereke mezin ji xak û mêjiyan li Sûriyê û Iraqê xistibû bin serweriya xwe de.
Di demekê de ku tu hêzên herêmî yan jî navdewletî tune bûn ku mezinbûna vê rêxistinê bisekinînin, her wiha hêzên DAIŞ’ê ne tenê pişta xwe dida cîhadistên navdewletî, lê belê yekser piştevanî ji dewleta Tirk a dagirker ku damarê zindî bû, dihat kirin. Ew jî bi hedefa wêrankirina Sûriyê û têkbirina projeya demokratî ku gelê Sûriyê ji hêla azadî û rûmetê ve diparêze, pêk hat.
Kobanê îro ji beriya 5 salan cudatir e, her wiha zêdetirî ji sedî 80 ji avahî û binesaziya wê hatibû wêrankirin. Îro Kobanê bi lêkirina avahiyan bi dereftên şêniyên wê û kedên Rêveberiya Xweser a Demokratîk zindî ye, lê ewlehî û aramî heye. Ev jî êdî bi kêrî dewleta Tirk a dagirker nayê ku şêniyên wê bi hev re dijîn û pişta xwe didin xwe û gefan lê dixwin. Piştî dagirkirina dewleta Tirk a Cerablus, Bab, Ezaz, Serêkaniyê û Girê Spî, koçberkirina şêniyan û guhartina demografiyê, bicihkirina biyaniyan li şûna şêniyên wê yên resen û binpêkirina sûcên şer li dijî tevahî sivîlên wan herêman, dîsa êrişên xwe ranawestînin û gefên êrişkirina parçeyên dîtir ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û di serî Kobanê.
Em wek MSD, gefên dewleta Tirk dibînin ku tu hêzeke navdewletî li hember nasekîne û êrişên xwe yên bênavber li dijî gelê me û binpêkirina hovîtiyan pêk tîne. Her wiha bang li civaka navdewletî dikin ku bi taybet hêzên Koalîsyona Navdewletî ya bi serkêşiya DYA’yê û hêzên Rûsyayê yên li Sûriyê ku berpirsyarî yên wan e, van gefên dewleta Tirk bisekînin û neçarî derketina ji tevahî xaka Sûriyê ya dagirkirî bike. Her wiha piştrast dikin ku tu çareserî di Sûriyê de ji bilî çareya siyasî ya tevlêbûna tevahî pêkhateyên neteweyî û siyasî ya bidawîkirina vê aloziyê tune ye û ewlehî, aramî û veguhastina ber demokratiya binyadî ve ya li Sûriyê, pêk bînin. Dîsa piştrast dikin ku li rex berjewendiya bilind û gelê xwe li hember tevahî binpêkirin, berjewendî û êrişên derve ne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin