Di 2. Salvegera Kustina Jîna Emînî de daxuyaniya hevpar: Em ê bibin hevparên hev
PeyamaKurd – Di salvegera kuştina keça Kurd Jîna Emînî de 13ê Îlona 2023yan ji aliyê hêzên Îranê ve li Tehranê bi hinceta hîcabê hatibû binçavkirin û îşkencekirin û piştre jî 16ê Îlonê li nexweşxaneyê can dabû, daxuyaniyeke hevpar hate belavkirin.
Di duyemîn salvegera kuştina Jîna Emînî û ‘Şoreşa Jin Jiyan Azadî’ de, “Encumena Berq û Filiz a Kirmaşanê, Çalişa Sendîkayî ya Mamostayan, Şêwreya Malnişîmnkiriyan, Şêwreya Hevahengî ya Nerizayetiyan, Kedkarên Girêbestkar ên Neftê, Şêwreya Rêkxistina Nerzayetiya Kedkarên Ne-fermî yên neftê(Erkanê Salis), Şêwreya Hevahengî ya Nerizayetiyên Pertestaran, Navenda Gotûbêja Malinişînkiriyên Saziya Dabînkirina Civakî, Nidayê Jinên Îranê û Damezraveya Mafxwazan” daxuyaniyeke hevpar dan.
Di daxuyaniyê de, piştevanî bo girev û çalakiyên nerazîbûnê yên perestdaran, kedkaran, mamostayan, malnişînan û her wekî din hate nîşandan.
Herwiha daxwaza berdewamkirina çalakiyên nerazîbûna rejîmê hate kirin û banga, “Yekîtî Yekîtî, li dijî hejarî û gendeliyê” hate kirin.
Hate gotin, “Tevî bilindragirtina bi germ û gur a Duyemîn salvegera şoreşê, bi hevdengî bo jinavbirina pêwendiyên nevekhev, dawîanîn bi bêmafiya jinan û koletiya mêran û zivirandina mafê diyarkirina çarenûsê bo mirovan, em dê bibin hevpeymanên hev.”
Di dawîyê de jî hate ragihandin, heta dawiyê ew dê nerizayetiyên xwe berdewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin