Îranê berî salvegera kustina Jîna Emînî yasaya hîcaba bi zorê pesend kir

22 August 2023 20:38 0 dîtin
Îranê berî salvegera kustina Jîna Emînî yasaya hîcaba bi zorê pesend kir

PeyamaKurd - Parlamentoya Îranê yasaya cezakirina jinan a ji ber binpêkirinên hîcabê pesend kir.

Li gorî qanûna li Parlamentoya Îranê hatiye pesendkirin, dê cezayên giran ji ber binpêkirina ‘ danîna hîcaba bi neçarî’ ji bo jinan bê dayîn.

Di pêşnûmeya ku wekî yasa hatiye qebûlkirin de, jin û keçên ‘li gorî qanûna cil û bergên îslamî tevnegrin’ wê pêşî cezayê pere bidin û heger binpêkirinê dewam bikin jî dê heta 15 salan cezayê girtîgehê li wan bê birîn.

Hêjayî gotinê ye, ev yasa di demekê de hatiye pesendikirin ku salvegera kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê 'polîsên exlaqê' yê Îranê ve, nêzîk dibe.

Jîna Emînî di Îlona 2022yan de li Tehranê bi îdiaya ku hîcab ne li gorî rêbazên îslamê daniye bi îşkenceya polîsan hatibû şehîdkirin. Piştre jî protestoyên seranserî bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ dest pê kiribûn û di wan protestoyan de jî bi sedan kes hatibûn girtin û kuştin û çend kes jî hatibûn îdamkirin.