Ji Amerîka daxuyaniya salvegera kustina ‘Jîna Emînî’: Soza me qet neguherî ye!

17 September 2023 09:55 0 dîtin
Ji Amerîka daxuyaniya salvegera kustina ‘Jîna Emînî’: Soza me qet neguherî ye!

PeyamaKurd - Nûnera Amerîka li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas Greenfield, bi boneya yekemîn salvegera mirina Jîna Emînî daxuyaniyek belav kir û ragihand, Amerîka li kêleka dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadiyê’ ye.

Greenfield di got: "Jiyana Mahsa Emînî bi awayekî trajîk bi dawî bû, lê wêrekiya wê rê li ber tevgereke domdar vekir ku li hember hovîtiyên rejîma Îranê radiweste."

Greenfield bal kişand ser cezayên Amerîkayê yên ji ber binpêkirinên Îranê di protestoyên Jîna Emînî de, hatine sepandin û diyar kir, ev ceza piştgiriya me ji gelê Îranê re radixe pêş çavan û ji bo mafên bingehîn yên mirovî, azadiya meşên aştiyane û azadiya derbirînê piştevanî dike.

Nûnera Amerîkayê destnîşan kir: "Ez gelekî nîgeran im li ser raporta Şandeya Lêgerîna Rastiyan li ser zêdebûna givaş û zordariyên li dijî xwepêşanderan û malbatên wan beriya vê salvegerê û bang li Îranê dikim ku bi tevayî hevkariya lêkolînên şandeya rastiyan bike û tawanbarên binpêkirina Mahsa û xwepêşanderan darizîne."

Greenfiled got, Amerîka dê îsal ligel Kanada, Fransa, Norwêc, Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê piştevaniya biryarnameya NY bike ku balê dikişîne ser xirabiya rewşa mafên mirovan li Îranê û daxwaza dadwerî û darizandinê dike û da xuyakirin, "Bi encamdana van tedbîran û karan, em ê li kêleka jin û keçên Îranî azadiyê rawestin. Soza me ya rawestana li gel jin û gelê Îranê ti carî nayê guhertin."

Hêjayî gotinê ye, doh 16ê Îlonê di salvegera kuştina Jîna Emînî de, li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi deh hezaran welatîyan xwepêşandan li dar xistin.