Ji Hizbullaha Iraqê peyama salvegera kustina Qasim Suleymanî bo Kazimî û Amerîkayê

03 January 2021 15:28 0 dîtin
Ji Hizbullaha Iraqê peyama salvegera kustina Qasim Suleymanî bo Kazimî û Amerîkayê

PeyamaKurd - Milîsên Hizbullah a Iraqê di salvegera kuştina Qasmi Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis de, daxuyaniyek belav kir û gefa tolhildanê xwar û peyam da serokwezîrê Iraqê û balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê.

Emîndarê giştî yê Hizbullah a Iraqê Ebu Hesen Humeydawî di daxuyaniyê de got; hîn dem li pêş heye bo tolhildana xwîna fermandarê hêza Quds a Îranê Qasim Silêmanî û cîgirê serokê desteya Heşdî Şeibî Ebu Mehdî Muhendîs.

Ebu Hesen Humeydawî serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî piştrast kir ku hêzên milîs niyeta wan tine ku hikûmeta niha ya Iraqê hilweşînin.

Emîndarê giştî yê milîsên Hizbullahê karmend û dîplomatkarên Amerîkayê û balyozxaneya Amerîka li Bexdayê jî piştrast kir û got: “Îro me ti niyet tine em êrîş bikin ser balyozxaneya şer û biçin nav wê balyozxaneyê.”

Milîsên Heşdî Şeibî îro 3yê Çile di salvegera roja kuştina Qasim Silêmanî û Ebu Mehdî Muhendîs de xwepêşandaneke mezin li Bexdayê li dar dixin.