Ji Amerîkayê peyama salvegera kustina Bexdadî…

27 October 2020 15:38 0 dîtin
Ji Amerîkayê peyama salvegera kustina Bexdadî…

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê di salvegera kuştina serokê rêxistina terorîst DAIŞê Ebubekir Bexdadî de peyamek weşand.

Di peyama Amerîkayê de hatiye gotin, tê bibîrxistin ku salek berê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Sûriye-Iraqê, bi piştevaniya hevkarên xwe li Sûriyê Bexdadî kuştiye û serkeftineke mezin bi dest xistiye.

Wezareta Derve ya Amerîkayê daye xuyakirin ku ew ê destûrê nedin DAIŞ car din xwe birêxistin bike û bihêz bibe û tê destnîşankirin ku hîn erka hevpeymaniyê bidawî nebûye.

Herwiha tê diyarkirin ku hêj gef rêxistinê li ser dinyayê berdewam e û ji ber wê jî wê şerê tunekirina bermayîyên DAIŞê li Sûriye û Iraqê berdewam bike.