Amerîkayê li ser kustina Yehya Sînwar daxuyanî da
PeyamaKurd – Koordînatorê ragihandina stratejîk ê encumena ewlekariya neteweyî ya Amerîkayê John Kirby got: “Em bawer dikin û berdewam dikin ku bidawîkirina şer krîtîk e. Em di wê baweriyê de ne ku mirina Sinvar dikare bibe xalek veguherî di gihîştina wê encamê de.”
Koordînatorê ragihandina stratejîk a konseya ewlekariya neteweyî ya Amerîkayê John Kirby diyar kir ku Sînwar astenga herî mezin a li pêşiya agirbesta li Xezeyê bû û got, “Em di wê baweriyê de ne ku bidawîkirina şer xwedî girîngiyeke krîtîk e ku mirina Sînwar dikare bibe xalek ji bo bidestxistina vê encamê.”
Kirby bal kişand ku hevdîtinên agirbestê yên li Xezeyê dewam nakin û wiha got, “Xwezî îro ji we re min ji we re bigota ku me her du alî li Dohayê dîsa anîne cem hev û destpêkeke nû kiriye. Lê qonaxa ku em lê ne, ne ew qonax e.”
Wezîrê Berevaniya Amerîka Lloyd Austin jî amaje bi wê yekê kir ku mirina Sinwar derfetek e ji bo guhertina arasteyê hem li Xezeyê û hem jî li Lubnanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin