Amerîkayê li ser îdiaya “Leskerên Koreya Bakur li Ûkraynayê hatine bicihkirin” daxuyanî da

05 November 2024 15:30 0 dîtin
Amerîkayê li ser îdiaya “Leskerên Koreya Bakur li Ûkraynayê hatine bicihkirin” daxuyanî da

PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) got ku ew “nikare piştrast bike” raporên ku dibêjin leşkerên Koreya Bakur şerê xwe yê yekem li herêma Kurskê ya Rûsyayê pêk anîne.

Amerîkayê diyar kir ku ew nikare piştrast bike ka leşkerên Koreya Bakur li kêleka Rûsyayê şer kirine yan na.

Berdevkê Pentagonê Orgeneral Pat Ryder di civîna çapemeniyê de got, “Em di wê baweriyê de ne ku niha herî kêm 10 hezar leşkerên Koreya Bakur li Kurskê hene. Em qebûl dikin ku dibe ku ev hejmar li gorî hejmara giştî ya leşkerên Koreya Bakur li Rûsyayê hinekî zêde bibin nirxandina hebûna Koreya Bakur a li qadê dewam bike.”

Ryder bal kişand ser nûçeyên ku dibêjin eskerên Koreya Bakur cara ewil li herêma Kurskê ya Rûsyayê şer kirine û wiha got: “Em van agahiyan lêkolîn dikin, lê em nikarin van agahiyan piştrast bikin.”

Ryder da zanîn ku Pentagon di wê baweriyê de ye ku hejmara giştî ya hêzên Koreya Bakur li Rûsyayê dibe ku derdora 11 hezar û 12 hezarî be, wî diyar kir ku ew texmîn nakin ku Koreya Bakur hêzên zêde bişîne yan na.

Wî diyar kir ku ev yekîne dê bibin “armancên leşkerî yên rewa” eger beşdarî operasyonên piştgiriya şer ên li dijî Ûkraynayê bibin.

Li ser pirsa ka “Gelo leşkerên Koreya Bakur cil û bergên Rûsî hene yan na?”,  wiha bersiv da: “Bi qasî ku ez fêm dikim, ev hemû hêz cil û bergên rûsî û alavên rûsî bikar tînin.”