Koreya Bakur li dijî Amerîkayê tetbîqata teqtîkî ya nukleerî pêk anî!

03 September 2023 17:02 0 dîtin
Koreya Bakur li dijî Amerîkayê tetbîqata teqtîkî ya nukleerî pêk anî!

PeyamaKurd - Di ajansa nûçeyan a Koreya Bakur KCNA de, hat ragihandin, tetbîqata teqtîkî ya nukleerî hatiye kirin.

Hatiye diyarkirin, “Ji bo ku dijminan li hemberî xeteriya şerê nukleer hişyar bikin, 2ê Îlonê sîmulasyona êrîşa taktîkî nukleerî hat pêkanîn.”

Herwiha hatiye bibîrxistin ku ew sîmulasyona êrîşa nukleerî, wekî bersiva tatbîqatên leşkerî yên hevpar ên di navbera Koreya Başûr û Amerîkayê de hatiye encamdan.

KCNAyê wiha daya xuyakirin: “Du fuzeyên stratejîk ên menzîldirêj ku serikên şer ên nukleerî yên sexte li ser hatibûn bicihkirin, ji peravê rojavayê Koreya Bakur ber bi başûr ve bo deryayê hatine avêtin.”

Hêjayî gotinê ye, Seûl û Washingtonê heta 31ê Tebaxê 11 rojan tatbîqatên bi navê Ûlchî Freedom Shîeld ên hevpar pêk anîbûn.