Koreya Bakur, tetbîqata li dijî êrîsa nukleerî kir!
PeyamaKurd- Rayedarên Koreya Bakur ragihand ku wan ji bo tolhildana tetbîqata "Mertala Azadiyê" ya ku ji aliyê Amerîka û Koreya Başûr ve li herêmê tê kirin, tetbîqata dijî êrîşa nukleerî ya 2 rojan kir.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Koreya Bakur bertek nîşanî tetbîqata leşkerî ya hevpar a navbera Amerîka û Koreya Başûr da. Di daxuyaniya ku ji aliyê ajansa fermî ya nûçeyan ve hat dayîn de hat diyarkirin ku Koreya Bakur ji bo tolhildana tetbîqata hevpar, tetbîqata li dijî êrîşa nukleerî ya taktîkî ya 2 rojan kir.
Hat diyarkirin ku rêberê Koreya Bakur Kim Jong un bi xwe tetbîqatê bi rê ve biriye. Di çarçoveya tetbîqatê de hat destnîşankirin ku roja şemiyê pêbaweriya hêzên nukleerî yên taktîkî yên welêt hat kontrolkirin.
Hat qeydkirin ku moşeka ku ji herêma Çolsan a eyaleta Pyongana Bakur hat havêtin, piştî ku 800 kîlometre firiya, li 800 metre bilindahiya Behra Rojhilat hat teqandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin