Li Koreya Bakur, li dijî Amerîkayê xwepêsandan hat kirin

26 June 2023 16:30 0 dîtin
Li Koreya Bakur, li dijî Amerîkayê xwepêsandan hat kirin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, li Koreya Bakur di salvegera 73yemîn a Şerê Koreyê de bi beşdariya zêdeyî 120 hezar kesan, xwepêşandanek li dijî Amerîkayê hat lidarxistin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Navendî ya Koreya Bakur (KCNA) ya fermî ya Koreya Bakur, li paytext Pyongyangê di xwepêşandanan de karker û ciwan û kesên desthilatdar jî beşdar bûn.

Hat ragihandin ku xwepêşanderan dirûşmên “Tolhildana hovane ya li dijî emperyalîstan Amerîka” berz kirin.

Şerê Koreyê di 25ê Hezîrana 1950î de dema ku Koreya Bakur êrîşî Koreya Başûr kir, dest pê kiribû.