Koreya Bakur: 1 milyon û 400 hezar kes ji bo serê li dijî Amerîkayê tevlî artêsê bûne

21 March 2023 12:34 0 dîtin
Koreya Bakur: 1 milyon û 400 hezar kes ji bo serê li dijî Amerîkayê tevlî artêsê bûne

PeyamaKurd – Televîzyona dewletê ya Koreya Bakur ragihand, 1 milyon û 400 hezar kes ji bo şerê li dijî Amerîkayê tevlî artêşê bûne.

Bi sed hezaran ji bo şerê Amerîkayê beşdarî artêşê bûn. Televîzyona dewletê ya Koreya Bakur ragihand, hejmara kesên ku ji bo şerê li dijî Amerîkayê leşkerî kirine an jî qeyda xwe nû kirine, 1 milyon û 400 hezar derbas kiriye.

Hat diyarkirin, Rêberê Koreya Bakur Kim Jong-Un jî beşdarî tetbîqata leşkerî ya bi senaryoya êrîşa nukleerî ya li dijî Amerîka û Koreya Başûr ku dawiya hefteyê hat lidarxistin bû.

Artêşên Amerîka û Koreya Başûr jî tetbîqata herî berfireh a salên dawî ya li herêmê didomînin.

Koreya Bakur bertek nîşanî tetbîqata ku 65 kîlometre dûrî Seula paytexta Koreya Başûr hat kirin da. Ev tetbîqat weke provaya dagirkeriyê hat binavkirin.