COVID-19 | Li Seranserê cîhanê milyonek û 150 hezar kes bas bûn
PeyamaKurd- Li Seranserê cîhanê milyonek û 150 hezar kesên ku bi koronayê ketibûn baş bûne.
Li gorî daneyên malpera "Worldometer" heya niha li seranserê cîhanê milyonek û 150 û 497 hezar kesên ku bi koronayê (Covid-19) ketibûn baş bûne û çûne malên xwe.
Li gorî daneyên wê malperê heya niha li Amerîkayê 178 hezar û 235 kes, li Spanyayê 148 hezar û 558 kes, Li Almanyayê 130 hezar û 600 kes, li Îtalyayê 81 hezar û 654 kes, li Tirkiyê 63 hezar û 151 kes baş bûne.
Li Herêma Kurdistanê heta niha 387 bi vîrusa koronayê ketine, 5 kesan can daye, 332 kes baş bûne û tenê 50 kesên nexweşên Covid-19 mane.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji ber pandemiya koronayê ku li zêdetirî 200 welatan belav bûye, 3 milyon û 553 hezar û 313 kes enfekte bûne û ji ber virûsê 247 hezar û 466 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin