COVID-19 | Li seranserê Cîhanê hejmara mirinan nêzîkî milyonek û nîvê bû...

27 November 2020 20:50 0 dîtin
COVID-19 | Li seranserê Cîhanê hejmara mirinan nêzîkî milyonek û nîvê bû...

PeyamaKurd – Tevî ku xebatên çend kompaniyên dermanan ên pêşxistina derziyên bo nehiştina vîrusa koronayê gihîştine qonaxa dawî jî hîn belavkirina wan destpê nekiriye û bîlançoya mirin û pêketinên Covid-19 li seransê cîhanê her roj zêdetir dibe.

Li gorî amarên dawî li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 61 milyon û 500 hezaran û hejmara mirinan jî heta îro 27ê Mijdarê bûye 1 milyon û 440 hezar û 543 kes.

Di pêketinên zêde de Amerîka serî dikişîne û piştî wê jî welatên Hindistan, Brezîlya, Îtalya û Rûsya tên.

Di rêjeya mirinan de jî Amerîka bi 269,597 kesan di rêza yekemîn de ye.

10 welatên herî zêde mirinên ji koronayê hatine tomarkirin wiha ne:

Amerîka (269,597), Brezîlya (171,497 mirin), Hindistan (135,752 mirin), Meksîka (104,242 mirin), Brîtanya (57,031 mirin), Îtalya (52,850 mirin) , Fransa (50,957 mirin), Îran (47,095 mirin), Îspanya (44,374 mirin) û Rûsya (38,558 mirin).