Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên Korona nêzî 250 milyonî dibe

30 October 2021 10:01 0 dîtin
Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên Korona nêzî  250 milyonî dibe

PeyamaKurd – Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên vîrusa Korona nêzî 250 milyonî dibe.

Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 245,956,798 kes bi vîrusa Korona ketine.

Pêketinên vîrusa Korona herî zêde li Amerîka hatiye tomar kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan nêzî 46 milyon e.

Li dû Amerîka bi pirtir ji 34 milyon pêketiyan Hîndistan, li dû wê jî bi pirtir ji 21 milyon pêketiyan Brezîlya tê.

Ji ber vîrusa Korona li temamê cîhanê 4,988,132 kesan can dane.

Amerîka bi 745,006 mirinên ji vîrusa Korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 607,068 mirinan Brezîlya heye.