Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê 69 milyon derbas kir
PeyamaKurd – Li seranserê cîhanê, hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê, 69 milyon derbas kir. Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 69,354,040 kes bi vîrusa Korona ketine.
Vîrusa Korona herî zêde li Amerîka belav bûye û pêketiyên wê derê 15,5 milyonan zêdetir e e. Li dû Amerîka bi 9,7 milyonan zêdetir pêketiyan Hîndistan tê, li dû wê jî ji 6,7 milyon pêketîyan zêdetir Brezîlya tê.
Ji ber vîrusa Korona, li tevahiya cîhanê 1,577,875 kesan can dane. Amerîka bi 291,307 mirinên ji vîrusa Korona, li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 178,995 mirinan Brezîlya tê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin