Li seranserî cîhanê hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê 26 milyon derbas kir

03 September 2020 13:02 0 dîtin
Li seranserî cîhanê hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê 26 milyon derbas kir

PeyamaKurd – Li seranserî cîhanê, hejmara pêketiyên vîrusa Korona 26 milyon derbas kir.

Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 26,037,404 kes bi vîrusa Korona ketine.

Vîrusa Korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin, ku li wî welatî hejmar pêketiyan ji 6,1 milyonan pirtir e. Li dû Amerika, bi 3,9 milyon pêketiyan Brezîlya, li dû wê jî bi 3,8 milyon pêketiyan Hîndistan tê.

Ji ber vîrusa Korona, li tevahiya cîhanê ji 863 hezaran pirtir kesan can dane. Amerîka bi 185,747 mirinên ji vîrusa Korona, li cîhanê di rêza pêşî de ye û li dû wê bi 123,780 mirinan Brezîlya tê.

Vîrusa Korona di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbasî dewletên din bûbû. Agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê bi qasî 90 hezar kes bi vîrusa Korona ketine û 4727 kes bi wê can dane.