Li tevahiya cîhanê hejmara pêketiyên vîrusa Korona nêzî 135 milyonan dibe
PeyamaKurd – Li tevahiya cîhanê, hejmara pêketiyên vîrusa Korona, nêzî 135 milyonan dibe. Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 134,322,229 kes bi vîrusa Korona ketin.
Li gor amarên dawî, vîrusa Korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketiyan ji 31 milyonî pirtir e. Li dû Amerîka, bi 13,2 milyon pêketiyan Brezîlya, li dû wê jî bi 13 milyon pêketiyan Hîndistan tê.
Ji ber vîrusa Korona, li tevahiya cîhanê 2,908,190 kesan can dane. Amerîka bi 560,946 mirinên ji vîrusa Korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 345,025 mirinan Brezîlya tê.
Korona cara pêşî di dawiya sala 2019an de, li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dû re derbasî dewletên din jî bûbû. Agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 101,998 kes bi vîrusa Korona ketine û 4,843 kes bi wê can dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin