Li tevahiya cîhanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine 44 milyon derbas kir
PeyamaKurd – Li tevahiya cîhanê, hejmara pêketiyên vîrusa Korona 44 milyon derbas kir.
Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserî cîhanê 44,000,315 kes bi vîrusa korona ketine.
Herî zêde li Amerîka vîrus belav bûye û hejmara pêketîyan ji 8,7 milyonan zêdetir e. Li dû Amerîka, bi 7,9 milyon pêketiyan Hîndistan û li dû wê jî bi 5,4 milyon pêketiyan Brezîlya tê.
Ji ber vîrusa Korona li tevahiya cîhanê 1,167,634 kesan can dane. Amerîka bi 226,722 mirinên ji vîrusa Korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi157,946 mirinan Brezîlya tê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin