Li tevahiya cîhanê hejmara kesên bi Koronayê ketine 57 milyon derbas kir

21 November 2020 14:31 0 dîtin
Li tevahiya cîhanê hejmara kesên bi Koronayê ketine 57 milyon derbas kir

PeyamaKurd – Li tevahiya cîhanê Hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine 57 milyon derbas kir.

Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 57,343,535 kes bi vîrusa Korona ketine.

Vîrusa Korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin û hejmara pêketîyên wê derê bi qasî 12 milyonan e. Li dû Amerîka, bi 9 milyon pêketiyan Hîndistan û li dû wê jî bi 5,9 milyon pêketiyan Brezîlya tê.

Ji ber vîrusa Korona li tevahiya cîhanê 1,368,629 kesan can dane. Amerîka bi 253,769 mirinên ji vîrusa Korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 168,061 mirinan Brezîlya tê.