Li cîhanê hejmara kesên ji ber Koronayê can dane 770,000 kes derbas kir
PeyamaKurd - Hejmara kesên ji ber vîrusa Koronayê can dane 770, 000 kes derbas kir.
Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 772,798 kes bi vîrusa Korona mirine.
Vîrusa Korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî bi qasî 170,000 kes bi wê can dane.
Li dû Amerîka, bi 107,000 mirinan Brezîlya, li dû wê jî bi 56,543 mirinan Meksîko tê.
Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li temamê cîhanê ji 21,5 mîlyon zêdetir kes bi vîrusa Korona ketine.
Amerîka bi 5,3 mîlyon pêketîyên vîrusa Korona di rêza pêşî de ye û li dû wê bi 3,3 mîlyon pêketîyan Brezîlya heye.
Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbasî dewletên din bûbû.
Li Çînê bi qasî 90,000 kes bi vîrusa Korona ketine û 4703 kes bi wê mirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin