Li cîhanê hejmara kesên ji ber Korona can dane gihist 636 hezar û 575 kesan
PeyamaKurd - Li tevahiya cîhanê hejmara kesên ji ber vîrusa Koronayê can dane, gihiştiye 636 hezar û 575 kesan.
Li gorî amarên malpera "Worldometer"ê, heta niha li seranserî cîhanê 15 milyon û 656 hezar û 766 kes bi Korona ketine, 636 hezar û 575 kes bi Korona can dane, 9 milyon û 544 hezar û 766 kes jî baş bûne.
Welatên herî zêde nexweşiya Korona lê belav dibin: ‘‘Amerîka, Brezîlya, Hindistan, Rûsya, Başûrê Efrîqayê, Perû, Meksîka, Şîlî, Îspanya, Brîtanya, Îran, Pakîstan, Siûdî Arabîstan, Îtalya, Kolombîya, Tirkiye, Bangladêş, Almanya, Fransa, Arjantîn, Kanada, Qeter, Iraq, Endonezya, Misir û Çîn.” e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin