Li tevahiya cîhanê hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê gihîst 35,654,271 kesan
PeyamaKurd – Li tevahiya cîhanê, hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê gihişt 35,654,271 kesan.
Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 35,654,271 kes bi vîrusa Koronayê ketine.
Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketiyan ji 7,4 mîlyonan zêdetir e. Li dû Amerîka bi 6,6 milyon pêketiyan Hîndistan, li dû wê jî bi 4,9 milyon pêketiyan Brezîlya tê.
Ji ber vîrusa Koronayê, li tevahiya cîhanê 1,046,809 kesan can dane.
Amerîka bi 210,762 mirinên ji ber vîrusa Koronayê, li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 146,675 mirinan Brezîlya tê.
Vîrusa Koronayê di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê ji 90 hezar kesan zêdetir kes bi vîrusa Korona ketine û 4,739 kes bi wê mirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin