Li seranserî cîhanê hejmara pêketiyên Koronayê nêzî 225 mîlyonan dibe

11 September 2021 10:59 0 dîtin
Li seranserî cîhanê hejmara pêketiyên Koronayê nêzî 225 mîlyonan dibe

PeyamaKurd –  Li seranserî cîhanê, hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê nêzî 225 mîlyonan dibe. Li gor Zanîngeha Johns Hopkinsê eşkere kiriye, li seranserê cîhanê 223,610,652 kes bi vîrusa Korona ketine.

Vîrusa Korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin, ku li wî welatî hejmara pêketiyan ji 40 milyonan pirtir e.

Li dû Amerîka bi 33,174,954 pêketiyan Hîndistan, li dû wê jî ji 20 milyon pêketiyan zêdetir Brezîlya tê.

Ji ber vîrusa Korona li seranserê cîhanê 4,612,196 kesan can dane.

Amerîka bi 656,309 mirinên ji vîrusa Korona, li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 585,174 mirinan Brezîlya tê.