Li seranserî cîhanê hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê 24 milyon derbas kir
PeyamaKurd – Li seranserî cîhanê, hejmara pêketîyên vîrusa Koronayê 24 milyon derbas kir.
Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 24,007,049 kes bi vîrusa Korona ketine.
Vîrusa Korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketiyan pirtir ji 5,8 milyon e. Li dû Amerîka, bi 3,6 milyon pêketiyan Brezîlya, li dû wê jî bi 3,2 milyon pêketiyan Hîndistan tê.
Ji ber vîrusa Korona li temamê cîhanê bi qasî 822,000 kesan can dane. Amerîka bi 179,310 mirinên ji vîrusa Korona, li cîhanê di rêza pêşî de ye û li dû wê bi 116,580 mirinan Brezîlya tê.
Vîrusa Kovîd19, di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derket û ji wir derbazî dewletên din bû.Agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê bi qasî 90,000 kes bi vîrusa korona ketine 4,712 kes bi wê can dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin