Li seranserî cîhanê hejmara pêketiyên Koronayê 20 milyon kes derbas kir

13 August 2020 13:00 0 dîtin
Li seranserî cîhanê hejmara pêketiyên Koronayê 20 milyon kes derbas kir

PeyamaKurd – Li seranserî cîhanê, hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê her diçe zêdetir dibe. Li gor daneyên dawî yên îro roja pêncşemê, heta niha li seranserî cihanê 20 milyon û 759 hezar û 499 kes bi Koronayê ketine.

Welatên ku herî zêde mirî û pêketî lê hene wiha ne:

“Amerîka, Berazîl, Hindistan, Rûsya, Başûrî Efrîqa, Peru, Meksîka, Kolombiya, Şîlî, Îran, Îspanya, Brîtanya, Siûdiye, Pakistan, Arjentîn, Bengladêş, Îtaliya, Tirkiye, Almanya, Fransa, Iraq, Filîpîn, Endonezya, Kanada, Qeter, Kazaxistan, Ekwador, Misir, Bolîvya, Îsraîl û Çîn.”

Herwiha li seranserî cîhanê 13 milyon 652 hezar û 656 kes pêketî, li seranserî cihanê baş bûne, 752 hezar û 295 kes jî, ji ber Koronayê can dane.