Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên Korona 13 milyon kes derbas kir

14 July 2020 09:30 0 dîtin
Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên Korona 13 milyon kes derbas kir

PeyamaKurd - Heta niha li seranserê cîhanê hejmara pêketîyên vîrusa Korona 13 mîlyon kes derbas kir.

Li gor zanyariyên dawî yên ji Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 13,006,764 kes bi vîrusa Korona ketine.

Tûşbûyiyên vîrusa Korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin û herwiha hejmara pêketiyan, 3,3 mîlyon kes derbas kiriye.

Li dû Amerîka bi 1,8 pêketîyên vîrusa Korona Brezîlya, li dû wê jî bi 878,000 pêketîyan Hîndistan tê.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 85,000 kes bi vîrusa korona ketine 4,641 kes bi wê mirine.