Rewsa dawî ya Covid-19 li seranserê cîhanê: Hejmara mirin û pêketinê kêm nebûye
PeyamaKurd – Vîrusa korona ku ji dawiya sala 2019an ve li seranserê cîhanê belav bûye, heta niha bûye sedema mirina nêzîkî du milyon kesan û şikesteke mezin li bazirganî û aboriya cîhanê jî xistiye.
Tevî ku li gelek welatên cîhanê derziyên ji bo nehiştina vîrusa Covid-19 hatine bipêşxistin dest bi bikaranîna wan hatiye kirin jî hejmara pêketin û mirinan di sala 2021ê de jî kêm nebûye û ji ber mutasyona nû ya vîrûsê herwiha belavbûn zêde bûye.
Li gorî amarên dawî yên heta niha hatine tomarkirin li seranserê dinyayê hejmara kesên vîrusa koronayê ya ketine, gihîştiye 88 milyon û 6023 hezar û 204 kesan.
Herwiha heta niha 1,908,749 kes jî ji ber nexweşiya Covid-19 mirine ku ji nav pêketiyan jî 63,691,201 kes baş bûne.
Di nav welatên cîhanê de Amerîka bi 22 milyon û 132 hezar û 45 pêketiyan di rêza yekemîn de ye ku heta niha 374 hezar û 124 kes li Amerîkayê ji ber koronayê mirine.
Piştî Amerîkayê jî di rêjeya pêketinên zêde de, bi dorê Hindistan, Brezilya, Rûsya, Brîtanya, Tirkiye, Îtalya, Îspanya û Almanya tên.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin